Îbrahîm El-Qeftan: Partiya me ji bo xizmeta gelê Sûriyê têdikoşe

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan di kongra Partiyê ya şaxê Minbicê de axivî û got,

“Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ji bo xizmeta gelê Sûriyê her dem têkoşîn kir.
Partî, siyaseta xwe li ser esasê yekîtiya xaka Sûrî dimeşîne, vê siyasetê jî di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de encam girt.”

 

Duh li bajarê Minbicê kongreya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê a şaxê Minbicê pêk hat.

Di kongreyê de serokê Partiyê Îbrahîm El-Qeftan axivî û diyar kir ku tevî hemû aloziyan ew kongra xwe li dar dixin û dîyar kir ew têkoşîna demokratîk û jîyana hevbeş bi rêya rêxistinkirina gel dimeşînin.

Îbrahîm El-Qeftan anî ziman ku ew bi xebatên xwe yên çend salên borî û her wiha têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê de, serbilind in.

Îbrahîm El-Qeftan anî ziman ku partiya Sûriya Pêşerojê ji bo xizmeta gelê Sûriyê têkoşîn kir û heta niha jî berdewam dike û got,

Berjewendiya Sûriyê û gelê wê li ku derê be, em piştigiriya wê dikin.

Siyaseta xwe li ser esasê yekîtiya xaka Sûrî dimeşînin, vê siyasetê jî di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de encam girt.

Îbrahîm El-Qeftan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew hewl didin diyaloga nîştimanî û çanda wekheviyê û piştgiriyê ya di nava gelê Sûriyê de xurt bikin.

Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan bang li partiyên siyasî û hêzên demokratîk jî kir ku rola xwe pêkanîna projeya niştimanî û demokratîk ya Sûrîyê de bilîzin.

Back to top button