karmendên polîsên trafîkê ev 6 mehe mûçeyên xwe negirtine

Polîsên trafîkê yên bajarê Silêmaniyê, bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo daxwazên wan pêkwerin, ew heya 25’ê Tîrmehê dem didin hikûmetê û ji bo wê jî çalakiyên xwe radiwestînin.

Polîsên trafîkê ji bo wergirtina mûçeyê xwe, carek din li Baxê Giştî ya Silêmaniyê kombûn.

Derbarê nerazîbûnan de karmendên trafîkê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Polîsan diyarkirin ku ew ji niha ve boykota xwe ya çûyîna ser kar radiwestînin, lê ger daxwazên wan pêkneyên, ewê carek din dakevin qadan.

Ev şeş mehe karmendên başûrê Kurdistanê mûçeyên xwe negirtine.

Back to top button