Ev 22 rojin, li dijî dagirkeriya dewleta tirk ya xaka başûrê kurdistanê gerîla li Heftenînê destanan dinivîsin. Ne tenê li Heftenîn, li gelek herêmên din yên bakur û başûrê kurdistanê gerîlayan çalakiyên xwe zêde kirine.
Gerîlayên YJA Starê bi çalakiyên xwe leşkerên dagirkeriyê nav hev xistine. Tenê di encama 2 çalakiyên gerîlayên YJA Starê de, 14 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Şirnex ya bakurê kurdistanê şehîd bûne jî eşkere kir.
Li dijî dagirkeriya dewleta tirk a xaka kurdistanê, gerîlayan çalakiyên xwe berfireh kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
“7’ê Hezîranê gerîlayên YJA Star li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Qesrokê bi cih bûbûn çalakiyek kirin.
Di vê çalakiyê de stargehên dagirkeran bi temamî hatiye rûxandin û 12 leşker hatin kuştin.
8’ê Tîrmehê jî di çalakiyên sekvanî yên YJA Starê yên li Şeşdara de 2 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.
HPG’ê diyar kir ku di êrîşa hewayî ya artêşa tirk ku 3 Tîrmehê li devera Xantûrê pêk anî de, gerîla Goran Goyî û Viyan Devrîm şehîd bûn û di demên pêş de li ser nasnameya gerîlayan wê agahiyên berfireh parve bikin.
Di êrîşa artêşa tirk a dagirker ya li herêma Besta ya Şirnexê a 27’ê Hezîranê de, Fermandar Sarya Besta, gerîla Viyan Agir û Ava-reş şehîd bûne.
HPG’ê ji malbatên gerîlayan re sersaxî xwest û soza xwe ya xurtkirina têkoşînê heta azadiyê dubare kir.
1’ê Tîrmehê artêşa tirk li devera Kanî Reş a dikeve herêma Deriyê Qaçê ya girêdayî Herêma Kato Jîrka ya Şirnexê dest bi operasyonek dagirkeriyê kiribû.
Leşkerên ku ketin kemîna gerîlayan derbên xurt li wan hatin dayîn.
Derbarê kuştî û birîndarên dagirkeran de agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.
HPG: 2 kontra li cûdî hatin cezakirin
5’ê Tîrmehê gerîlayan kesên bi navê Sebahattîn Gungor û Hejar Batman ên di bin navê nêçîrvaniyê de li herêma Cûdiyê wêneyên bejahiyê dikişand û nexşeya deverê dikişandin hatin tesbîtkirin ku li gel dewleta tirk kar dikirin.
Ev kontra ji aliyê gerîlayan ve hatin ceza-kirin.
Li ser van kesan 2 çek, 2 bêtêl, durbînek jî hebû.