LI MÛSILÊ SERKIRDEYEKÎ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HAT KUŞTIN

Li Mûsilê serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin û 17 sucdar jî hatin binçavkirin.

Her wiha li Selahedîn jî 3 kesên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, hatin rizgarkirin.

Jêderekî ewlekariyê li parêzgeha Enbarê ragihand, di encama bombebarankirina firokeyên şer ên Iraqê de toneleke DAIŞê li rojavayê Rumadî hat teqandin.

Di encamê de 2 çekdarên çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Her wiha li parêzgeha Selahedîn jî di operasyonek ewlekariyê de 3 kesên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, hatin rizgarkirin.

Ji aliyekî din ve jî li navçeya Badoş a rojavayê Mûsilê serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin û 17 kes jî bi sucdariya endamên DAIŞê hatin binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button