Kalkan: Komplo bi kuştina Palme dan despêkirin

Partiya Karkerên Kurdistan PKK ji roja damezirandinê heta niha, di asta kurewî ya cihanê de, li hemberî wê dijberî tê kirin.

Bi komployan hertim hate xwestin ku PKK di nava civakê de were reşkirin. Li Ewropa ev komplo bi kuştina Palme dan destpêkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku heqaretên nedîtî li PKK’ê kirin û got: Komploya navneteweyî ya 22 salan bi kuştina Palme dan destpêkirin. Divê zîyana li PKK’ê û Kurdan bûye were dayin.

Serdozgeriya Swêdê meha borî diyar kir ku kujerê serokwezîrê berê Olof Palme yê ku 34 sal berê li Stockholmê hatibû kuştin, Stîg Engstrom e.

Serdozger ragihand ku ji ber Engstrom sala 2000’î xwe kuştiye, lêpirsîn jî hatiye girtin.

Cînayeta Palme ji bo sûcdarkirina tevgera azadiyê ya demokratîk a Kurdan a li Swêdê bû gava pêşîn.

Lêpirsîn li ser bi sedan Kurdan hate kirin û dest bi binçavkirin û girtinê hatibû kirin.

Piştre jî PKK weke rêxistina terorê hat nîşandan.

Hate diyarkirin Kurdên ji ber gumana cînayetê hatine mexdûrkirin wê li Swêd û dadgehên navneteweyî têkoşîna hiqûqî bidin destpêkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistan bi cînayeta Palme hate destpêkirin.

Dûran Kalkan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û li ser cînayeta Palme nirxandin kir.

Kalkan li ser girtina doza kuştina Palme ya piştî 34 salan got,

“Dozgeriya Swêdê biryar daye ku doza Olof Palme were girtin, ev ji bo dewleta Swêdê rewşeke bêçaretiyê ye.
Diyar dikin ku kujerê Palme jî xwe kuştiye, ev jî bêçaretiyê kûrtir dike.
Çawa dibe ku 34 sal ji ser cînayetê derbas dibe, lê dewleta Swêdê, dewletên dinyayê û rêxistinên îstîxbaratê nekarîne cînayeteke wisa ronî bikin?”

Kalkan: Divê zerera li PKK’ê û Kurdan were dayîn

Kalkan got, ev rewş bi lêborînekê çareser nabe.

Divê zerera li PKK’ê û Kurdan bûye were dayin.

Back to top button