Baxoz..Çalakiyên tîma “Sibê Xweştir e” didome

Tîma ‘Sibê xweştir e’ ku ji endamên komîteyên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê û meclisên herêmî pêk tê, zarokên kampa Baxozê hişyar dike ku ji tiştên nenas û teqemeniyan dûr bikevin.

Ji ber mayinên ku DAIŞ`ê li pey xwe hiştine, şêniyên li rojhilatê Dêra Zorê di baregehên dawîn ên DAIŞ’ê de zirar dîtin.

Bi armanca ku zarok werin hiyşar kirin, di rêyên ewle re biçin dibistanên xwe û xwe ji tiştên nenas dûr bixin, koma “Sibê xweştir e” hate avakirin.

Ev kom xebat û çalakiyên xwe didomîne.

Komê, bi zarokan re lîstok lîstin, da ku tiştên zarokan di dema serweriya DAIŞ’ê de dîtine, bide jibîrkirin. Her weha pêlîstok li zarokan belav kirin.

Koma ‘Sibê xweştir e’ wê çalakiyên xwe li hemû herêmên Dêra Zorê pêşkêş bike.

Back to top button