Hefter: Heta derxistina dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê, em ranawestin

Fermandarê artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ragihand ku ew ji bilî derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê, tiştekî din qebûl nakin.

Hefter di merasîmên derçûna nifşeke nû ya efserên artêşê de axivî û got:

Dijminahiya dewleta Tirk, gefê li yekîtî xaka Lîbya û aramiya herêmê dixwe.

Fermandarê artêşa Lîbî hişyarî da ku Tirkiye dixwaze dest deyne ser samanên welêt û diyar kir ku artêşa Lîbî rê nade Tirkiyê ku ji rewşê sûd bigire û çek û çeteyan veguhêze Lîbyayê.

Xelîfe Hefter soza dewamkirina têkoşînê heta derxistina dagirkerên Tirk ji xaka Lîbyayê da.

Tê zanîn, beriya çend rojan, dewleta Tirk peymaneke leşkerî bi hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî re îmze kiribû û artêşa niştimanî ev peyman weke binpêkirina serweriya Lîbyayê bi nav kiribû.

Her wiha Wezîrê Derve yê Rûsiya Sergey Lavrov diyar kir ku ji bo agirbestekî li Lîbya we bi tirkiyê re di nava danustandinan de ne.

Back to top button