Pirtûka “Bi Kurdan re” a nivîskarê Fransî Patrîce Franceshî derket

Pirtûka nû ya nivîskarê Fransî Patrîce Franceshî derket. Di pirtûka bi navê, ”Bi Kurdan re” balkişandiye li ser şaştiya welatê xwe ya li hmberî kurdan û vê yekê jî weke 2 şaştiyan binav dike.

Pirtûka nû ya nivîskarê Fransî ya derbarê Rojava ya bi navê, “Bi kurdan re” 2 Tîrmehê ji weşanên Gallîmard derket.

Pirtûk 60 rûpel e û balê dikişîne ser êrîşên dewleta Tirk ên Cotmeha 2019’an ên li ser Rojava.

Franceschî dibêje, ”Divê Rojava nehatiba terikandin.

Li ser rewşa ku em ketine çi halî tiştinan dibêje?

Dîroka 9’ê Cotmeha 2019’an hem exlaqî û hem siyasî wê bi bîra me bixe ku me du şaşî kirine.”

Nivîskar got, ”Li hember armancên emperyal û cezakirinê yên Erdogan me pişta xwe da hevalbendên xwe yên Kurd” û van pirsan dike.

Ev îxaneta ku hem berevajî nirxên me û hem jî berevajî berjeweniyên me ne, divê mirov li ser çi hincetê deyne?

Derbarê şaristaniya me çi dibêje?

Û ji bo azadiya me em hazir in berdêleke çawa bidin?”

Back to top button