Guterres: Destwerdana derve ya di Lîbyayê de gihaştiye asteke xeter

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî  Antonio Guterres diyar kir ku ji sewqkirina hêzên leşkerî li dora bajarê Sirtê yê Lîbyayê bi fikar e.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî  Antonio Guterres, di kongreyek Konseya Ewlehiyê de li ser asta wezîran bi rêya Online, rave kir ku ew ji sewqkirina hêzên leşkerî li dora bajarê Sirtê yê Lîbyayê bi fikar e.

Dewleta Tirk di çend mehên dawîn de bi hezaran çeteyên Sûriyê şandin Lîbyayê da ku bi milîsên çekar re ku Terablusê kontrol dikin re, şer bikin.

Enqerê heman demê de serbazên xwe şandin Lîbyayê û odeyên meşandina şer li Lîbyayê ava kirin da ku desteka hikumeta El-Sirac bike.

Nûnerê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Fasêlî Nîbîniziya anî ziman ku hikûmeta Sîrac naxwaze têkeve nava danûstandinên “Insiyatîfa Qahîra” ya ji bo çereserkirina aloziya li Lîbyayê.

Nûnerê Fransayê François Delattre jî got ku divê binpêkirinên dewleta Tirk ên li Lîbyayê bên rawestandin û hemû çete ji Lîbyayê vekişin.

Back to top button