Konseya Ewlekariyê ya Navnetewyî pêşnûme Rûsya ya ji bo kêmkirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê û vekirina yek dergehê red kir..
Duh, piraniya endamên Konseyê li dijî vê pêşnûmeya Rûsyayê rawestîyan û dengê xwe nedanê..
Ji bo ev pêşnûme karibe derbas bibe jî, Mosko herî kêm hewcedarî erêkirina 9 endaman bû.
Lê di encama dengdanê de, serokê Konseya Ewlekariyê ragihand ku pêşnûme tenê 4 dengê erê li bermaberî 7ên na wergirt, 4 welatên mayî jî qet dengê xwe nedan.
Sêşemê, Rûsya û Çîn biryara dirêjkirina derbaskirina alîkariyan veto kiribû.
Paşê, Rûsya ev pêşnûme pêşkêşî konseyê kir ku tenê yek dergeh vebe û alîkarî heya 6 mehan be.
Li herêmên Rêveberiya Xweser, tevî koçber û penaberan, derdora 4 heta 5 milyon mirov dijîn û ew ji hemû alîkarîyan bê par in.
Ji ber hemû derî di destên hikûmeta Şamê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ne, lewra alîkariyên mirovî naghêjin niştecihên herêmê.