Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li nava xaka Başûrê Kurdistanê, gelek gundên herêma Biradost topbaran kirin.
Li gor agahiyên hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker gundên Sîran, Gerûyî Kewertê, Gerûyî Robî, Riwala û Geliyê Reş topbaran kirin.
Topbaran heta derengiya şeva borî berdewam kir.
Têkildarî zerar û ziyanan jî heta niha agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.