Bi dehan leşkerên Nîjeryayê hatin kuştin

Li Nîjeryayê, komên çete êrîşên leşkerên Nîjerî kirin û di encama êrîşan de, bi dehan leşker hatin kuştin. 

Çavkaniyeke ewlehî ya Nîjeryayê ragihand ku komeke çete ku tê texmînkirin endamên Boko Haram in, êrîşî bakur-rojhilatê welêt kiriye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, herî kêm 23 leşkerên Nîjeryayê hatin kuştin.

Êrîş li nêzî bajarê Maîdûgûrî yê eyaleta Bornoyê pêk hat ku çeteyên Boko Haram ên bi ser DAÎŞ’ê ve, li wir çalak in.

Back to top button