Şedadê..Şaredarî bi buhayê guncaw avê li şêniyên navçeyê belav dike

Şaredariya Gel a Şedadê bi buhayên guncaw, avê li şêniyan belav dike. Şaredariyê diyar kir ku sarîcên avê ji bîrên Hesekê tîne û bi rêya komînan avê dide şêniyan.

Şaredariyê eşkere kir ku 23 sarîc, avê li zêdetirî 600 gundên girêdayî navçeya Şedadê belav dikin.

Li gorî Şaredariyê, her 5 bemîl av bi hezar û 500 L.S tê belavkirin.

Girêdayî mijarê cîgirê hevserokatiya Şaredariya Şedadê Husam El-Taan anî ziman ku “piştî bidawîkirina xebatên sererastkirina stasyona avê ya Şedadê, wê pirsgirêka avê li herêmên Hesekê û gundewarên başûr jî çareser bibe.”

Back to top button