Îran û hikûmeta Şamê lihevkirineke leşkerî û ewlehî îmze kir

Duh serokerkanê Îranê Mihemed Baqirî û wezîrê parastinê yê Hikumeta Şamê Elî Eyûb, lihevkirineke hevkariya leşkerî û ewlehiyê li Şamê îmze kir.

Serokerkan Mihemed Baqirî da xuyakirin ku, Îran wê piştgiriyê bide Şamê û pergala wê ya hewayî xurt bike.

Baqirî der barê hebûna Tirkiyê ya leşkerî li Sûriyê de got:

“Divê Tirkiye pirsgirêkên xwe yê ewlehiyê bi xwe çareser bike, ne bi dagirkirina xaka Sûriyê. Divê Tirkiye bi hikumeta Şamê re guftûgoyan bike.”

Hûrgiliyên lihevkirinê nehatin zanîn, lê li gorî agahiyan, lihevkirin di çarçoveya hevkariya leşkerî de ye.

Back to top button