Gundên Girê Spî û Babê hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên Girê Spî, Serê Kaniyê û Babê topbaran kirin..

DewletaTirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Xirbet Beqer, Korhesen ên Girê Spî bi mûşekan topbaran kirin.

Hemwextî wê, balafirên dewleta dagirker li ser asîmanê bajêr geriyan.

Duh, çeteyên dewleta Tirk, malên koçberên Serê kaniyê yên li gundê Inêq El-Hewa û girê Mihemed şewitandin..

Li gorî Çavdêriya Sûrî, çeteyan sivîl bi danûstandina bi QSD’ê re tewanbar kirin, piştî mal û milkên wan dizîn, agir berdan xaniyan.

Li bajarê Babê yê dagirkirî jî, çeteyan êrîşî şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û hêzên Hikumeta Şamê li eniyên Fîxa Hemdan, Têmişê û Bû Hamid kirin.

Back to top button