Faşîzma AKP’ê Heskîfa 12 hezar salî talan û wêran dike

Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar sal, bi destê AKP’ê û li ber çavên cîhanê binav dibe û tê rûxandin. Tevî ku ev yek, hem li dijî mirovan hem jî li dijî dîrok û xwezayê sûcek e, Ajansa fermî ya dewleta Tirk, ev demeke reklama Heskîfa ku wêran kirine dike û weke tiştek baş kirine nîşan dide.

Bi çêkirina Bendava Ilisûyê ku navê wê pişt re hat guherandin û navê Veysel Eroglû lê hat kirin, tevî Heskîfa dîrokî, 199 jîngeh di bin avê de man.

Hîn jî xerabkirina ji ber bendavê didome, lê belê ajansa fermî ya dewletê Ajansa Anadolûyê (AA) ev demek e reklama Heskîfa ku wêrankirin dike û dibêje “Heskîfa nû li benda mêvanê xwe ye.”

Piştî wêneyên ku AA’yê parve kirin, raya giştî jî bertekên tund nîşan dan.

Berî ku av bikeve bendavê, gelek berhemên dîrokî hatibûn veguhastin û li cihê jê re dibêjin qaşo Heskîfa nû, hatibûn bicihkirin.

Hefteya borî Qesra Biçûk jî ku tê gotin 900 sal berê hatiye çêkirin, di bin avê de mabû.

Back to top button