Meşleb Tirkan: NY ji siyasetên dewleta Tirk berpirsyar e

Serokê Yekîtiya Parêzerên Reqayê Meşleb Tirkan diyar kir ku dewleta Tirk bi qutkirina avê li ser Sûriyê, wê karîseteke mirovî çêke.Tirkan bang li NY kir ku li hember sûcên Tirkiye berpirsiyarên xwe yên qanûnî û exlaqî rake.

Dewleta Tirk a dagirker, avê weke çekekê li dijî gelên Sûrî bi kar tîne.

Tirkiyê, bi taybet di van mehên Havînê de ava Çemê Firatê qut kir.

Ev yek metirsiyê li ser jiyana gelê herêmê çêdike.

Girêdayî mijarê serokê Yekîtiya Parêzeran ê Reqayê Meşleb Tirkan anî ziman ku Tirkiye li gel bêdengiya cîhanê, qanûnên navnetewî binpê dike.

Tirkan got:

“Dorpêçkirina aborî ya li ser gelên Sûriyê û qutkirina ava çemê Firatê bi hev ve girêdayî ne.

Ji ber pirbûna bendavên ku Tirkiyê ava kirine û golên avê li Tirkiyê bi xwe karesatên xwezayî û erdhejan çêdike.

Lê Tirkiye vê paşguh dike û ne xema wê ye. Tenê dixwaze bigehe armancên xwe yên li Sûriyê.”

Serokê Yekîtiya Parêzeran ê Reqayê bang li NY û hikumeta Şamê kir ku li hember qedexekirina karesatên mirovî yên bi sedema qutkirina avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsiyarên qanûnî û exlaqî rakin.

Ehmed Dihêman: Tirkiyê ji bo hemû welatên Ereb xeterî ye

Rûspiyê êla El-Benî Seba Ehmed Dihêman jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî şermezar kir û got:

“Divê dewletên Ereb rola xwe bilîzin û rê li pêşiya firehkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

Tirkiye, ji bo hemû welatên Ereb jî xeterî ye.”

Back to top button