Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê li Cebel El-Zawiyê êrîşî hev kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê li eniyên Cebel El-Zawiyê yê Idlibê êrîşî hev dikin..

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, vê sibehê çeteyên Tirkiyê û hêzên Hikumetê bi mûşekan li eniya Fitêra yê başûrê Idlibê êrîşî hev kir..

Duh jî hêzên hikumetê deverên Sifûhin, Filêfil û Fitêra yên başûrê Idlibê û derdora Menara li Sehil El-Xab topbaran kiribûn..

Her wiha balafirên leşkerî yên Rûsyayê jî li ser herêmê geriya..

Çeteyan jî bi mûşekan, nuqteyên hêzên hikumetê li Kefer Nubil û Şorlîn li Çiyayê Şehşebo topbaran kirin..

Back to top button