Ciwanên Qendîlê ji bo artêşa Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê derbikeve kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Meclîsa Ciwanan a Binarê Qendîlê ya Ciwanên Welatparêz di çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftanînê, ji bo artêşa Tirk a dagirker ji xaka Başur û Iraqê derbikeve îmzeyan kom dike.
Ciwanan li gelek gundên Binarê Qendîlê ji ciwan û gel îmze kom kirin.
Li Binarê Qendîlê heta niha gelek îmze hatine komkirin.