Dayika Berxwedêr Uwêş nemûneya Jina Ereb a Têkoşer

Dayîka Uwêş bi rêya zarokên xwe Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Jiyana xwe kir oxira xizmeta tevger û têkoşeran, heta jiyana xwe ji dest da.

Dayika Uwêş ji jinên Ereb ên yekemîn e, ku di salên 90’î de bi Rêber Ocalan bawer kir û weke jinek welatparêz gelek xebat meşandin.

 

Dayê Uwêş di sala 1935’an de ji dayik bû û ew bi eslê xwe Ereb e.

Bi kurdekî dizewic e û 4 keç û 2 kurên wê çêdibin.

Piştî ku hevjînê wê di sala 1979’an de jiyana xwe ji dest da, her 6 zarokên xwe xwedî dike.

Di sala 1984’an de, zarokên wê li Dêrikê, Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dikin.

Di 1988’an de mala xwe kir navenda kar û barên rêxistinî û mala xwe ji têkoşeran re kire du beş.

Her wiha depoya kaya pez veguherand, odeya derman û destwerdanên lezgîn.

Di encama xebata bi lehengî, hikumeta Sûriyê gelek caran bi ser mala dayîka Uwêş de girin.

Lê her carê bi cesaret û hêz li hember endamên rejîmê disekinî.

Xebatên dayîka Uwêş tenê li vir nesekinîn, di dema amadekirina têkoşeran a çûna çiyê de, nobetdariya gund dikir ku hikumeta Sûriyê wan negirin.

Di 1990’î de keça dayîka Uwêş a biçûk Canda Temê, piştî li Libnanê di Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz de perwerde dît, biryar da ku tevlî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibe.

Canda di 1995’an, li ciyayên Kurdistanê di şerekê, bi artêşa Tirk re şehîd dibe.

Di 15’ê Tebaxa 1991’ê de dayika Uwêş biryar da ku tevî kurê xwe berê xwe bide Libnanê ku Rêber Ocalan bibîne.

Dayîka Uwêş bû yekemîn jina Ereb, ku Rêber Ocalan dibîne.

Hevdîtina wê ya yekemîn bi Rêbertî re israra wê ya têkoşînê zêde kir û hişt ku her tiştê xwe têxe xizmeta tevgerê.

Keça Uwêş Cemîle Temê, diyar kir ku wê jî mîna dayîka xwe jiyana xwe xistiye xizmeta Tevgera Azadiya Kurdistanê.

Kurê dayika Uwêş Mihemed Zekî Temê jî got:

Dayika min nimûneya dayika têkoşer û berxwedêr e. Dayika mîna zarokên xwe nêzî her têkoşerekê/î dibû. Şehadetên çêdibûn bandûrek giran li ser wê dikir.

Piştî têkoşerî û xebatek domdar, dayika Uwêş wesiyet kir ku li gel goristana Şehîdan bê veşartin.

Back to top button