Ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku parlemeter Leyla Guven li zindana Amedê destpêkiriye di roja xwe a 61’an de ye.
Li zindanên din jî 156 girtî bi awayekî bê dem û dorveger di girevê de ne.
Bi armanca şikandina tecrîdkirina Rêber Ocalan, bi pêşengiya girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyê, pêvajoyeke nû ya berxwedanê hat destpêkirin..
Nêzî 200 siyasetvanî li zindanên Tirkiyê, Hewlêr û Starsburgê bi vê daxwazê dest bi çalakiyên gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin..
Li Ewrûpa, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bi hezaran kes destek dan çalakiya berxwedêrên gireva birçîbûnê..
Li zindana Amedê çalakiya parlementer Leyla Guven di roja xwe a 61’an de dewam dike..
Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê ragihand ku rojan li hejmara girtiyên dikevin çalakiya bê dem û dorveger ên nû zêde dibin..
Li gorî vê yekê pêvajoya berxwedana li dijî tecrîdê ku Mijdara 2018’an destpê kirin wiha pêş ket:
8’Ê MIJDARÊ
Li Zindana Amedê parlementer Leyla Guven
16’Ê KANÛNÊ
Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê 5
Girtîgeha Kandırayê 7
Patnos 4
Elezîz 3
Zindana Amedê 8
Wan 5
Û li Trabzonê 3 girtiyên siyasî tevlî berxwedana bê dem û dorveger bûn.
17’Ê KANÛNÊ
Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê 4
Tekîrdag 3
Kandira 3
Û li zindanê Edîrneyê jî 3 girtî ketina gireva bê dem.
20’Ê KANÛNÊ
Li Girtîgeha Burhaniye 4 girtiyên jin dest bi çalakiyê kirin.
24’Ê KANÛNÊ
Li Beşîkdûzê 5 girtiyên nû li hejmara çalakgeran zêde bûn.
26’Ê KANÛNÊ
Girtîgeha Odemîş 4
Sîlîvrî 7
Tekîrdag 10
Îzmîr-Şakaran 8
Sîncan 3
Kirıkkale 6
Dûzce 2
Kiriklar 5
Bafra 1
Elezîz 3
Û li Girtîgeha Bursayê 15 girtiyên din dest bi çalakiya bê dem kirin.
28’Ê KANÛNÊ
Li Manîsa girtiyek beşdar berxwedanê bû.
5’Ê ÇILE
Bandırma 11
Alanya 4
Urfa 12
Balikesîr 4
Û li Edenê jî 4 girtî ketina gireva bê dem û dorveger.