ِAlmanya: Tirkiyê bi êrîşên xwe xala 51’emîn a NY binpê kir

Li gorî rapora pisporên Meclîsa Federal a Almanyayê dewleta Tirk dema êrîşî Başûrê Kurdistanê kiriye, Xala 51’emîn a Şertê Neteweyên Yekbûyî bin pê kiriye.

Daîreya ku ev rapor amade kir, bang li NY, NATO û Berlînê kir ku têkevin nav hewldanan.

 

Ne tenê gelê kurd êdî dewletên Ewropayê jî ji zêde gaviyên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê acizin.

Meclisa Federal a Almanyayê bi raporekî raghand ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên dawî yên li ser Başûrê Kurdistanê xala 51’emîn a Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye.

Di raporê de tê diyarkirin, li gorî benda duyemîn a Xala 51’emîn a Peymana NY’ê, dewletek beriya li ser axa welatekî din operasyoneke leşkerî pêk bîne, divê agahiyê bide NY’ê.

Di raporê de hate gotin, “Tirkiyê ji bo operasyona bi navê pençe û kartalê agahî nedaye NY’ê. Ev jî tê wateya binpêkirina Xala 51’emîn.”

Almanya: Êrîşên li ser Mexmur û Şengalê derqanûnî ye

Di raporê de tê diyarkirin ku Tirkiye bi êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê yekparetiya axa Iraqê binpê kiriye û got;

“Dewleta Tirk bi hedefgirtina kampa Mexmurê ku tê de 12 hezar sivîl dimînin û Nexweşxaneya Şengalê qanûnên navneteweyî binpêkiriye.

Daîreya ku ev rapor amade kir, bang li NY, NATO û Berlînê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk tişta pêwîst bikin.

Back to top button