AKP’ê dîroka 9 şaristanî û 12 hezar salî ya Heskîfê bin av kirin

9 şaristanî 12 hezar sal…
Dîrok hat binavkirin.
Dîroka 12 hezar – 50 sal
niha jî ev dîroka bin avkirî bû cihê hêrsa gel.
Ka li em navçeya xwe ya Heskîf berê û niha binêrin.

 

Dijminahiya li dijî dîrok û hebûna gelê kurd ti carî negihiştîye astekî bi vî awayî.

Êdî faşîzma AKP’ê ji bo dîroka gelê kurd tine bike, li pêş çavê cihanê dîroka 12 hezar sal xist bin avê.

Navçeya Heskîf ya Êlihê malovanî ji 9 şaristanîyan re kiriye û xwedî dîrokek 12 hezar salî ye.

Heskîf li Mezopotamya Jor cih digire û li ser rêya diçe Anatolyayê ye.

Hem li qeraxê Çemê Dîcleyê ye û hem jî rêya Heskîfê wek rêya bazirganiyê hatiye bikaranîn.

Ji ber xweşikiya dîrok û xwezaya xwe Heskîf bajarek geştiyariyê ye.

Bi hezaran şikeftên Heskîfê hene.

Li navçeyê şikeft, dêr, mizgeft, hemam û pirên dîrokî cih digirin.

Vê yekê girîngiya Heskîfê zêdetir kiriye.

Li gel ku herêma dîrokî di sala 1981’an de wek “qada parastina xwezayî” hatiye tomarkirin jî lê dîsa herêm di nava avê de dimîne.

 

Hikûmeta AKP’ê ku berê xwe daye xwezaya Kurdistanê, li gel nerazîbûnan jî di sala 2010’an de dest bi çêkirina Bendava Ilisûyê kir.

Pêşî li ava Çemê Dîcleyê hat girtin û ava Bendavê bilind bû, her ku av bilind bû dîrok, gund, erd, mêrg û gor di bin avê de man.

Ji bo ku Heskîf di bin avê de nemîne, çalakvanan 3 caran proje dane rawestandin.

Lê piştî ku Bendava Ilisûyê hat temamkirin êdî Heskîf di bin avê de ma.

Heskîfî vê yekê weke tofana duyemîn pênase dikin.

Bendava Ilisûyê 310 kîlometre çargoşe mezin e.

Bendava Ilisûyê piştî bendavên Ataturk, Karakaya û Kebanê 4’emîn bendava mezin a herêmê ye.

Li dijî tinekirina Heskîfê bertek zêde dibin.

 

Heskîfa ku bi dîroka xwe ya kevnare dihat naskirin, di encama polîtîkayên beton de, cihê xwe ji şirketên TOKÎ re hişt.

Faşîzma AKP’ê ku xwest reklama xebatên xwe bike, wêneyên Heskîfa nû bi ajansa fermî ya dewletê da belavkirin.

 

Lê dîroka 12 hezar salî bû qurbana berjenwediyên faşîzma dewleta Tirk ya 50 salî.

Betonkirina Heskîfê rê li ber bertekên arkeologan vekir.

Back to top button