”Ger desthilata Başûrê Kurdistanê dest ji diziyê bernede em ê dakevin qadan”

Pêşmergeyên dêrin û girtiyên siyasî li dijî sîstema desthilatdariya Herêma Başûrê Kurdistanê daketin qadan û nerazîbûn nîşan dan.

Çalakiya nerazîbûnê li ser riya Salim a Silêmaniyê hat lidarxistin.

Pêşmergeyên dêrin û girsiyên siyasî diyar kirin ku destkeftiyên li Başûrê Kurdistan bi keda wan hatiye bi dest xistin û gotin;

“Desthilatdariya başûrê Kurdistan li hember keda me xemsar e.

Me xebat û têkoşîn ji bo vê yekê nekir ku hejmarek berpirs li ser kursiyê desthilatê rûnin û bi navê azadî û hikûmeta Kurdî de xelkê birçî bihêlin”.

Pêşmergeyên dêrin û girtiyên siyasî hikûmet hişyar kirin û diyar kirin ku eger dest ji dizî û talaniya qutê xelkê bernedin ew ê dakevin qadan.

Back to top button