HDP’ê bernameya hevdîtinan diyar kir

Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê ku di çarçoveya Bernameya Tekoşîna Demokratîk de dabû destpêkirin, diyar bû.

Wê di vê pêngava duyemîn de HDP bi gelek bêşên civakê re bê gel hev. Dê HDP destpêkê bi nûnerên parastinê ku li dijî pêşnîyarqanûna baroyan derdikevin re bê gel hev.

Fînala çalakiyan jî wê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Îzmîrê bi mitîngên girseyî bi dawî bibe.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ji bo têkoşîna demokrasiyê li tirkiye û bakurê kuristanê dest bi pêngava xwe ya duyemîn kiriye.

HDP’ê di vê çarçoveyê de, bernameya “Hevdîtina Demokrasiyê” eşkere kir.

Li gorî vê,

Di 14’ê Tîrmehê de li ber derê Girtîgeha Amed û Muzeya Ûlûcanlar a Enqereyê, bi dirûşmeya “Em ji bo tev bi hev re, hiqûq û mafê mirovan tên gel hev” wê daxuyanî were dayîn.

Di çalakiyan de wê beşdar pirsgirêkên li girtîgehan, neheqiya pergala înfazê, rewşa girtiyên di rojiya mirinê û greva birçîbûnê de bînin ziman.

Di 17’ê tîrmehê de jî hevdîtineke girîng wê pêk were.

Ji bo balkişandina ser operasyonên derveyî sînor ên ku di encamê de sivîl têne kuştin û daxwaza “aştiyê” ya gel li Amedê wê hevdîtineke xurt bê lidarxistin.

Wê di hevdîtinê de çareseriya demokratîk a Pirgirêka Kurd bê ziman û tê payîn ku partiyên kurdistanî û hêzên demokrasiyê jî tevlî hevdîtinê bibin.

Li Stenbolê jî heman rojê bi slogana “Cirma qidemê û bêkarî” hevdîtinek pêk bê.

Wê di 20’ê Tîrmehê de roja salvegera Komkujiya Pirsûsê, li Stenbolê bi malbatên qurbaniyan re çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

20’ê Tîrmehê, HDP ji bo salvegera 4. a ragihadina Rewşa Awarte ya piştî Hewldana Darbeya Leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, bi kedkarên ku ji kar hatin avêtinê re bê gel hev.

HDP, wê di 21’ê tîrmehê de jî li Stenbolê “Hevdîtina Ronakbiran” li dar bixe.

HDP, wê bi akademisyen, nivîskar û hunermendan re bê gel hev û ji bo dema pêş nêrînên wan guhdar bike.

Li dijî projeya Kanala Stenbolê ya bi nîqaş jî wê li Stenbolê bi beşdariyeke berfireh hevdîtineke ekolojiyê pêk bê.

Di heman demê de ji bo hilweşandina ekolojiyê ya li welat jî wê nêrîn û pêşniyar bên girtin.

HDP, wê di meha Tebaxê de jî çalakî û hevdîtinên xwe bidomîne û hedef dike ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mitîngên girseyî li dar bixe.

Back to top button