Xwedekarên di zimanê Kurdî de bi ser ketin hatin xelatkirin

Li Minbicê 52 xwendekarên ku di zimanê kurdî de biser ketine bi şahiyekê hatin xelatkirin.

Buroya Fêrkirina Zimanan û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê a Minbic bi şahiyekê xwendekarên ku di zimanê kurdî de bi ser ketine, xelat kirin.

Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê, di nav de nûnerên saziyên rêveberiya sivîl tevli şahiyê bûn.

Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin û xwendekarên serkeftî hatin pîrozkirin.

Her wiha zarokan stran û helbest gotin.

Şahî bi belavkirina bawarnameyan li xwendekarên serkeftî û gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button