Şêniyên Dêrikê şehîd Remezan bi merasîmekê oxir kirin

Şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şehîd Remezan Kazimyan (Fîras Serdar) ê ku 20’yê Hezîranê ji ber nexweşiyê şehîd bibû, bi merasîmek girseyî oxir kirin.

Şêniyên Dêrikê piştî wergirtina cenazeyê şehîd Remezan Kazimyan (Fîras Serdar) ji nexweşxaneya Dêrikê berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê YPG’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê axeftina hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştî axaftinan nasnemaya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Malbatê anî ziman ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in.

Hevlên şehîd Fîras cenaze hilgirtin ser milê xwe, di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan spartin axê.

Back to top button