Rêveberiya Xweser: Em hewl didin pirsgirêka av û nan çareser bikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo xizmeta şêniyan bike û barê wan di vê pêvajoya zehmet de sivik bike, gelek proje danîne pêşiya xwe. Yek ji van projeyan jî, kolandina bîrên ava vexwarinê ye.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis anî ziman:

“Niha rêveberî projeya kişandina avê ji çemê Firatê ber bi herêmên ku av li wan kêm e, lêkolîn dike.”

Yûnis destnîşan kir ku av bi rêya sarîcan û bê-pere li şêniyan tê belavkirin, ji ber kêmbûna dînemoyên ku avê ji stasyona Elok didin û ji ber kêmbûna jêderên ava vexwarinê li bajêr.

Her wiha di demên dawîn de, pirsgirêka nan jî careke din derket holê.

Der barê vê pirsgirêkê de jî, Telat Yûnis, diyar kir ku ji bo ev pirsgirêk dubare nebe, wê hemû firneyan sererast bikin û miqdarê arvan ji firneyan re zêde bikin da ku nan jî zêde bibe û baştir bibe.

Back to top button