Luqman Ehmê: Aloziya li herêmê encamên civîna sêalî ye

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê diyar kir ku aloziya li heremê, encama civîna sêalî ya Tirkiyê, Rûsya û Îranê ye. Ehmê da zanîn ku dewleta Tirk bi qutkirina ava çemê Firatê û stastyona Elok, Rûsya bi astengkirina deriyê Til Koçer û rejîm jî bi tevliheviyan, pêngaveke palankirî li ser Rêveberiya Xweser û aboriya wê dane destpêkirin. Luqman Ehmê ragihand ku Rêveberiya Xweser li dijî van planan, tedbîran digire û wê di demeke nêz de, pirsgirikên ava Hesekê, nan û kehrebê çareser bike.

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê derbarê aloziya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji qutkirina avê, kehrebe, pêngavên sorkirina li dijî rêveberiyê, armanc û kesên li pey wê gotarek ji ANHA’yê re nivîsand.

Loqman Ehmê di gotara xwe de diyar kir ku li dijî Rêveberiya Xweser hem li hundir û hem jî derve de pêngaveke tevliheviyê hatiye destpêkirin.

Ehmê dazanîn ku ev pêngava tevliheviyê piştî ku Rêveberiya Xweser bihayê kirîna genim xist 17 sent destpêkir û got”

“Dema ku rejîmê fêhm kir êdî ti kes berhem nafiroşê dest bi şerekî ragihandinê li dijî QSD’ê kir.

Dema ku rêveberiyê fonên karmendên xwe ji sedî 150 zêde kir, rejîm ji bo vê gavê vala derxîne ketiye nav hewildanan.

Di civîna Astanayê ya dawî de Pûtîn, Erdogan û Ruhanî jî diyar kirin ku ewê nehêlin rewşeke siyasî li Bakûr û Rojhilatê Sûrî pêşbikeve.

Dewleta Tirk ava Firatê qut kir da ku ji aliyê çandinî û kehrebê ve rêveberiyê têxe nava zehmetiyan.

Hem wextî vê, ji bo di Hesekê de tevliheviyê derxîne ava Stasyona Elok li ser mîlyonan kesî birî.

Her wiha Rusya û Çînê jî nehiştin ku deryiê Til Koçerê li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî were vekirin.”

Loqman Ehmê dazanîn ku Rêveberiya Xweser ji bo vî şerê piralî ên li dijî wan hatiye destpêkirin vala derxîne tedbîran digre û di nav hewildanan de ye.

Luqman Ehmê: Di demeke nêz de wê pirsgirêka nan, av û kehrebê werin çareserkirin

Ehmê ji bo çareserkirina pirsgirêka av, kehrebe û nan jî ev agahî da:

“Di demek nêz de wê kalîteya nan baş bibe û li her deverê peyda bibe.

Emê bi rêya kolandina bîran ve pirsgirêka ava Hesekê çareser bikin.

Pirsgirêka kehrebeyê jî wê bi riya ceneratoran were çareserkirin.”

Her wiha Loqman Ehmê diyar kir ku kesên bi ewlehiya welatîyan û ava wan ya vexwarinê dilîzin wê werin cezakirin.

Back to top button