Polîsên AKP’ê li Edene û Mêrsînê bi ser malan de girt û gelek kes binçav kirin

Îro li bajarên Edene û Mêrsînê yên Tirkiyê, Polîsên AKP’ê bi ser gelek malan de girt û derî şikandin. Di serdegirtinan de gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

Polîsan bi fermana serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin.

Polîsan, di serdegirtinan de derî şikandin û ketin nava malan de û lêgerîn pêk anîn.

Di lêgerînan de alavên malan li nava hev xistin û gelek pirtûk û alavên dijîtal desteser kirin.

Nehat zanîn ku çend kes hatine binçavkirin, lê hat diyarkirin ku der barê 17 kesan de, biryara binçavkirinê heye.

Li Mêrsînê jî polîsan bi ser malbata Çoban de girt û mêvana wan Zeynep Taşgîr binçav kir.

Malbatê da zanîn ku polîsan zarokên wan di odeyekê de kom kirin û çek li wan kişandin û Zeynep Taşgîr jî di odeyekê de îşkence kir û gef lê xwarin.

Sedema binçavkirinê nehat zanîn û kesên binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.

Back to top button