Parlamenter Fatma Kûrtûlan tecrîdkirin bir rojeva Meclisê

Tecrîda li ser Rêber Ocalan didome û dewleta Tirk nahêle ku parêzer û malbat biçin Îmralîyê.
Parlamentera HDP’ê Fatma Kûrtûlan tecrîdkirina Rêber Ocalan bir rojeva Meclîsê û ev pirs kir: “Hinceta pêkanîna tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê çi ye?”

Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan derbarê tecrîdkirina Ocalan de, pêşniyarnameyek pêşkêşî Wezîrê Dadê Ebdulhemîd Gul kir û xwest bersiva pêşniyarnameyê bide.

Di pêşniyarnameyê de, Kûrtûlan, bi bîr xist ku herî dawî di 3’yê Adarê de hevdîtina rûbirû û di 27’ê Nîsanê de jî hevdîtina bi telefonê li gel Ocalan pêk hatiye.

Kûrtûlan, anî ziman ku dozgeriya Bûrsayê bersivê nade serlêdanên malbat, parêzer û malbata Ocalan û parêzerên wî di derbarê tenduristî û ewlehiya wî de bi fikar in.

Kûrtûlan da zanîn ku rê nadin hevdîtinên ragihandinê û agahiyên di derbarê tenduristî û ewlehiya Ocalan de û rê nadin malbat û parêzeran û ev pirs ji wezîr Gul kir:

“Hinceta pêkanîna tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê çi ye?”

Back to top button