Li Tirkiyê serokên baroyan şeva xwe li derve derbas kir

Nîqaşên pêşnûmeya qanûna “Pir baroyan” a di komîteya Giştî ya Meclîsê de dewam dikin.
Parêzer û serokên baroyan ên li dijî pêşnûmeya “Pir-baroyan” a ku li Meclîsê tê nîqaşkirin, di “Nobeta parastinê” de ne, şeva xwe li derve derbas kir.

Çalakiya “nobeta parastinê” ya ji 50 serokên baroyan û parêzeran pêk tê, di roja 2’an de dewam dike.

Çalakiya serokên baroyan li Parka Kugulu ya li ser Cadeya Tûnali Hîlmî pêk tê.

Serokên baroyan ên di çalakiyê de, şeva xwe li derve derbas kir.

Parêzerên bi armanca beşdarî nobeta parastinê bibin, ji Îzmîr û Stenbolê gehiştin Enqerê.

Dorpêça polîsan a li dijî serokên baroyan, li gorî duh, îro hat berferehkirin.

Xebatkarên tên qadê û dixwazin nûçeyan bişopînin jî, ji aliyê polîsan ve tên astengkirin.

Back to top button