OPCW: Divê Şam navê dezgehên Çekên Kîmyawî berî qedandina 90 rojî ragihîne

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî “OPCW” bikaranîna Hikumeta Şamê ji çekên qedexekirî yên Sarîn û Kilorê şermezar kir..

Ev helwest piştî rapora venêrînerên rêxistina “OPCW” di Nîsana borî de hat.

Di raporê de, hat diyarkirin ku Adara 2017’an pêlotên çekên hewayî yên Sûrî, bombeyên Kilora jehrî û xaza Sarîn li dijî bajarokê Letamina yê Hemayê bi kar anîne.

Duh, Rêxistinê 90 roj dan hikumeta Şamê ku navên dezgehên hilberîn û embarkirina çekên kîmawî yên di Adara 2017’an hatibûn bikaranîn, ragihîne..

Li gorî rêxistinê, eger Şam vê yekê berî dema destnîşankirî pêk neyîne, wê nikaribe mafên xwe weke endamekî Rêxstinê bi kar bîne.

Her wiha dibe ku dosyaya Sûrî, rake Konseya Ewlekariya ya NY..

Back to top button