Duh careke din li paytexta Îran Tehranê, teqînek çêbû û di encamê de kehrebe li gelek deveran qut bû.
Medyaya Îranê ragihand ku duh bi şev li paytexta Tehranê rêzeteqînên nû çêbûn û heta niha sedema teqînan ne diyar e.
Hate diyarkirin, ji ber teqînan kehrebe qut bûye.
Li gorî ajansa Mehr jî, bandor li bajarên Garmdareh û Qudsê jî bûye.
Her wiha li gorî televizyona El Arabiyê, depoyên mûşekan ên Pasdarên Îranê bûne hedef.
Di vê mehê de, li gelek bajarên Îranê gelek teqîn çêbûn û di encama van teqînan de zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek ziyanên madî jî çêbûne.