Berxwedana şehîd Berçem Cîlo wê modêla fermandariya jin di qada şer de nîşan da

Yek ji fermandarên YJA-Starê Berçem Cîlo, salên dem dirêj li dijî polîtîkayên qirkirinê li çeperên herî pêş ê têkoşînê li ber xwe da. Fermandar Berçem, bû modeleke jina Kurd a fermandar. Di xeta azadiya jin de mîraseke tijî berxwedana li paş xwe hişt.

 

Di dîroka gelê kurd de gelek jinan, pêşengtî kirin û bûn semola berxwedan û têkoşînê.

Yek ji wan jî fermandara YJA-Starê Berçem Cîlo ye.

Nûrsel Oktay bi nasnav Berçem Cîlo, 1978’an li zozanên Geverê yên hembeza Cîlo de ji dayîk dibe.

Li dijî tevahî zext û êrîşên qirkirinê, 1993’an tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.

Ew salên dem dirêj, li qadên şer têdikoşe.

Ji ber kesayeta wê ya têgihîştî di nav hevalên xwe de, weke ‘fîlozofa jiyanê’ dihat binavkirin.

Berçem bû modeleke jina Kurd a fermandar.

Fermandar Berçem Cîlo, pir dixwast rêber Ocalan bibîne, lê carekê tenê bi telefonê pê re axivî ye.

Ew bi van gotinan behsa vê bîranîna xwe dike:

”Ji bo ku encama civîka me ji rêbertî re ragihînim, ez pê re axivîm û pir ketim heyecanê.

Rêbertî ji min re got: Wek fermandareke jin ya ku niha di nav şer de cih digrî, rastiya min baş bizane û di nav rastiya min de xwe perwerde bike.

Fermandar Berçem, di nava têkoşîna xwe de hîna zêdetir wate da perspektifên Ocalan.

2017’an li qada Şehîd Remzî, di şerekî yê dewleta Tirk de, tevî çar hevrêyên xwe şehîd dibe.

 

Ew gelekî asî, bedew û bi hezkirina jiyanê ve tijî bû. Lewra zanebûyîna wê nîşan dida ku ew fîlozofeke çiyayî, fermandarek e çêker û piralî bû.

Ji bo arteşa jin, bû modela fermandariya jinê ya qada şer û jiyanê.

‘Rastiya jina Geverê ya welatparêz û têkoşer temsîl dikir’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan jî, kesayetiya Berçem Cîlo bi van hevokan pênase kir:

Di qezenckirina zanebûna leşkerî û pêşxistina xeta fermandartî de hevkariya wê ya mezin ji bo gerîlayên jin çêbû.

Back to top button