Ji Leyla Qasim heta niha jinên Kurd, bi berxwedanê bersivê didin êrîşan

Dîroka jinê bi berxwedana li dijî êrîş û dagirkeriyê tijî ye.. Dewleta Tirk li Kurdistanê, li dijî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd êrişan dewam dike. Ji Leyla Qasim bigire heta niha, jinên kurd bi berxwedanê bersivê didin van êrîşan.

 

Êrîşên li ser Kurdistanê, her dem di şexsê jinê de dibin bersiv..

Ji Leyla Qasim bigire heta niha, jinên kurd bi berxwedanê bersivê didin êrîşan.

Di serî de dewleta Tirk, di şexsê jinan de êrîşên qirkirinê li ser gelê kurd bi giştî pêk tîne.

Li Tirkiyê, polîtîkayên tunekirinê bi rengekî eşkere pêk tên.

Lewra operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî jinên Kurd, bi taybetî li hemberî saziyên Rosa û TJA’yê hatin meşandin, di dîroka siyasî ya Tirkiyê de ne nû ne.

Li bakurê Kurdistanê, ji 8’ê Hezîrana 2016’an dema bicihhatina guhertina qanûnî ya ji bo rakirina mafê destnedanê yê parlamenteriyê û vir ve, bi giştî 13 parlamenterên Jin ên HDP’î, mafên wan ên parlamenteriyê jê hatine birin.

Her wiha, hevserokên jin Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak, Selma Irmak, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Çaglar Demîrel, Aysel Tûglûk, Edîbe Şahîn û Nûrhayat Altûn hatin girtin.

Li Amedê jî aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn di operasyonên qirkirina siyasî de hate girtin û bi hovîtî hat êşkence kirin.

Dewleta Tirk di 26’ê Hezîranê de, di çarçoveya operasyonên li dijî Kongreya Civaka Demokratîk li ser gelek malan de girtin.

Endamên Dîwana KCD’ê, aktîvîstên TJA’yê, endamên Komeleya Jinan a Rosa, ji Dayikên Aştiyê Makbûle Ozbek, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak jî di nav de 23 kes hatin girtin.

Li hemwextî wê jî, hedefgirtina 3 jinên tekoşer li Helinda Kobanê, ne ji rêz ye..

Ev tev ji ber ku dewleta Tirk, hêza jinên kurd li ser xwe metirsî dibîne, lewra di her fersendekê de jinan ji bo xwe dike hedef.

Li her devera Kurdistanê li dijî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd êrişên hovane dewam dikin.

Êrişên niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li dijî nasnameya Kurd û nasnameya jinê tê kirin.

Lewra careke din jin, peyama xwe bi zelalî radigihînin, û dibêjin emê li dijî tevahî cureyên êrişan li ber xwe bidin û serî rakin.

Back to top button