HPG: 10 Leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Ji 17’ê Hezîranê de artêşa Tirk ya dagirker ji bejahî û hewayî êrîşê dibe ser herêma Heftenînê.

Gerîlayên HPG û YJA Starê jî li hember êrîşan berxwedaneke destanî nîşan didin.

Artêşa Tirk ya dagirker li hember berxwedana gerîla derbên giran dixwe û windahiyên mezin dide.

HPG’ê ragihand ku di şerê 8 û 9’ê Tîrmehê yê li Heftenînê de 10 leşkerên Tirk yên dagirker hatine kuştin.

 

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Heftenînê bi çalakiyên bi bandor derbên mezin li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên ku hezên wan di 8 û 9’ê Tîrmehê de li dijî artêşa dagirker kirine ev agahî parve kir;

“8’ê Tîrmehê hêzên me li Girê Şehîd Cûdî yê devera Şeşdara li dijî dagirkeran çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek ê dijmin hatiye kuştin.

9’ê Tîrmehê hêzên me li dijjî leşkerên li Girê Şehîd Cûdî yê devera Şeşdara çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de 2 çeper bi temamî hatin rûxandin 8 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me Goran, Viyan û Xabûr ên 3’yê Tîrmehê li Xantûrayê şehîd bûbûn, pêk hatiye.

Heman rojê hêzên me li dijî dagirkerên li devera Girê Tunelê ya girêdayî Şeşdara çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de jî leşkerek hate kuştin.”

HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan 9’ê Tîrmehê li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî li artêşa Tirk ya dagirker xistine lê derbarê encama çalakiyê de agahîyên zelal nehatine bi dest xistin.

Back to top button