Mazlûm Ebdî: Em li gel generalê Centcomê Kenneth Mckînsey civiyan

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê ragihand ku ew bi Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê General Kenneth Mc Kînsey re civiyane.

Mazlûm Ebdî da zanîn ku wan General Kenneth McKînsey re li ser liv û tevgera DAIŞ’ê ya ku ewlehiya heremê dixe xeteriyê axivîne.

Ebdî diyar kir ku Amerîka carekedin piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de anî ziman.

Hêjayê bi bîrxistinêye ku beriya çend rojan jî Mazlûm Ebdî bi Fermandarê Hêzên Rusya yên li Sûriyê, General Alexander Chayko re jî li ser pêşveçûnên heremê hevdîtinek pêkanî bûn.

Back to top button
Close
Close