PARLEMENTERÊ SWÊSRÎ : PEREYÊN ZEYTÛNÊN KU JI EFRÎNÊ TÊN DIZÎN, JI KÊ RE DIÇIN?

Talankirina zeytûnên Efrînê û firotina wan bo Spanyayê bû rojeva sereke ya Parlementoya Swîsrayê.

Parlemeterê Swêsrî Bernahrd Guhl pêşnûmepirsekê pêşkêşî Parlementoya Swîsrayê kir û ev pirs pirsî:

Pereyên zeytûnên ku ji Efrînê tên dizîn, ji kê re diçin?

Parlemeterê Partiya Bûrjûva-Demokrat ê Parlementoya Netewî yê Swîsrayê, Bernhard Guhl têkildarî mijara talanî û diziya zeytûnên li Efrînê pêşnûmepirsek pêşkêşî parlementoya netewî û Konseya Federal ên Swîsrayê kir.

Guhl daxwaz ji Parlementoya Netewî û Konseya Federal ya Swîsrayê kir ku bersiva van pirsan bide:

“Diziya zeytûnên Efrînê di qada mafên navnetewî de çawa tên nirxandin?

Gelo Konseya Federal li dijî vê diziyê ketiye tevgerê?

Konseya Federal, bi deh milyon Eûro pereyê ji van zeytûnên ku tên dizîn da li xwediyê wan ên rastî bê parvekirin, çi dike?

Konseya Federal bersiva pêşnûmepirsa Parlementer Guhl da û got Wezareta Karê Derve mijarê ji nêz ve dişopîne.

Piştî vê bersivê Parlementer Bernhard Guhl pêşnûmepirsek din jî pêşkêşî Parlementoya Netewî kir.

Guhl di pêşnûmepirsa duyem de wiha anî ziman:

“Konseya Federal a mijarê ji nêz ve dişopîne neçare bersiva van pirsan jî bide”

Pirsên ku li benda bersivê ne jî wiha ne:

“Di sala 2018’an de çend ton zeytûn hatin berhevkirin?

Piştî çinîna zeytûnan, zeytûn bi kû ve hatin şandin û li ku hatin çêkirin?

Berhemên ji van zeytûnan hatine çêkirin, ji bo kîjan welatan hatin şandin?

Dahata ji zeytûnên Efrînê hatin berhevkirin çi qas e, ji vê dahatê kê sûd wergirt?

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de hatine parvekirin, çeteyên dewleta Tirk li Efrînê gelek darên zeytûnê birîne.

Heta îro çend darên zeytûnê hatine birîn û hê jî ev rewş dom dike an ne?

Tirkiye 20’ê Çileya 2018’an Efrîn dagir kir û hê jî li wir in.

Swîsra çima ji bo Tirkiye dawî li vê dagirkeriyê bîne, tiştekî nake?

Tirkiye ji bo Efrînê bike parçeyeke ji xaka xwe li wir bingehekê çêdike.

Swîsra ji bo Tirkiye Efrînê neke parçeyek ji xaka xwe çi dike?

Tê gotin ku Tirkiye xwe amade dike ji bo êrîşî Kurdên li Sûriyê bike, çima Swîsra di astekî cidî de têkildarî vê mijarê, Erdogan hişyar nake?!!”

Leave a Reply

Back to top button