Çavdêriya Sûrî : Tirkiye Kurdên Efrînê dehif dide ji bo tevlî şerê li Lîbyayê bibin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk rewşa xizaniyê ya Kurdên Efrînê ji xwe re bi kar tîne ku wan dehif dide ji bo tevlî şerê li Lîbyayê bibin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku heya niha derdora 16 hezar çete bi riya dewleta Tirk ji Sûriyê çûne Lîbyayê.

Li gorî Çavdêriya Sûrî heya niha derdoera 500 çete di şerê Lîbyayê de hatine kuştin ku ji wan 33 zarok kêmî temenê 18 salî hene.

Çavdêriyê teqez kir ku ji 16 hezar çeteyên ku gihane Lîbyayê 5 hezar û 600 çete vegeriyane Sûriyê û li benda vegera Lîbyayê ne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk rewşa xizaniyê ya Kurdên Efrînê ji xwe re bi kar tîne û bi armanca şandina ber Lîbyayê wan tevlî perwerdeya leşkerî dike.

Li gorî çavdêriyê, niha derdora 10 hezar çeteyên Sûrî li Lîbyayê ne û ji bo operasyoneke leşkerî ser bajarê Sirtê xwe amade dikin.

Back to top button