Bedaran Çiya Kurd: Em hewl didin ku pirsgirêka, av, nan û kehrebê çareser bikin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd sedema li pişt aloziya xizmetguzarî ya ku herêm tê re derbas dibe nirxand û bang li gel kir ku bi rêveberiyê re bibin alîkar da ku van pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd, bi daxuyaniyekê behsa pirgirêka rewşên xizmetguzarî yên mîna qutbûna kehrebê, av û nan li herêmên rêveberiya xweser kir.

Çiyakurd got:

“Rêveberiya Xweser bi hemû hêza xwe dixebite da ku çareserî û altirnatîfan peyda bike.

Lê rewşên zehmet bandorê bi awayekî yekser li çawaniya pêşkêşkirina xizmetê, dike.

Ji ber wê jî di hinek pêvajoyan de aloziyên di aliyê xizmetguzarî de bi awayekî demkî zêde dibin.

Ev jî ji ber rewşên ku Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser bi giştî tê re derbas dibin.

Ji ber ew rastî zehmetiyên mezin û kiriyarên bi zanebûn tên û armanc jê ku tecrûbeya baş bi bin bixin û gelek alî hene van rewşan keysbaz dikin.

Ev ne rewabkirina kêmasiyan e, lê belê derbaskirina wan pirsgirêkan e ku welatî temenê wê dide.”

Bedaran Çiyakurd destnîşan kir ku berpirsyariya rêveberiya xweser, xizmeta gel bike û anî ziman ku divê gel jî barê rêveberiya xweser giran neke û pê re alîkar bin û rexneyên erên û berdêlan guncaw deyinin.

Çiyakurd piştrast kir ku rêveberiya xweser di nava hewldanan de ya da ku pirsgirêka av, nan û kehrebeyê çareser bike û aliyên kêmsî û gendeliyê dikin, bixe ber lêpirsînê.

Çiyakurd teqez kir ku sedma serke ya qutbûna avê û kehrebê dewleta Tirk e, ji ber ku av stasyona Elok qut kiriye û bi rêjeya av çemê Firatê dilîze ev jî dibe sedema kêmbûna saetên kehrebê û wih got:

Dewleta Tik bi qutkirina avê hemû pêyman û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Em bi aliyên têkildar re bi rêya diplomasiyê kar dikin da ku zextê li dewleta Tirk bikin.

Çiyakurd derêbarê kêmbûna nan de anî ziman ku sedema wê keysbazî, sekinandina firneyên taybet û keysbazkirina wê ji aloziyê re da ku şênî neçar bike ku pereyên zêde bide û wiha bidawî kir:

Rêveberiya Xweser xebatê xwe didomîne û dê derfet nede tu kesî ku qûtê gelê me keysbaz bike.

Her wiha pêwendiyên bi aliyên derve û rêxitinên navneteweyî re didome da ku alîkariyê li ser asta mirovî û aborî pêşkêş bikin.

Back to top button