Hikûmeta Şamê nahêle pêdiviyên jiyanî derbasî herêma Şehbayê bibin

hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo diyar kir ku hikumeta Şamê, Şehba dorpêç kiriye û nahêle welatî pêdivîyên xwe yên jîyanî peyde bikin. Şîraz da zanîn ev yek jî wê bibe sedema alozîyeke jîyanî.

Ev sê sal in artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin e, welatîyên wê li Şehbayê bi cih bûne.

Tevî wê jî hikumeta Şamê dorpêçê li ser wan ferz dike, bi vê yekê jî jiyana Şeniyan zehmetir dibe.

Hikûmeta Şamê derîyê di naveber wan û herêma Şehbayê li çûn û hatinê girtiye.

Hikûmet her wiha nahêle sarîcên mazotê û madeyên din derbasî herêma Şehbayê bibe.

Girêdayî mijarê hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo anî ziman ku “Ev zextên hikumeta Şamê dibin sedema pirsgirêkên civakî.

Back to top button