ŞANDEYÊN EMERÎKA Û TIRKIYÊ LI ENQERÊ CIVIYAN

Emerîka êdî dixwaze bi rêya hevkarê xwe ê NATO’yî dewleta Tirk hebûna xwe li Sûrî bihêz bike..

Rêjîma Tirk eşkere kir ku di berdêla kuştina Kurdan û dagirkeriya Rojava ê Bakur-rojhilatû Sûrî ew amade ye hemû daxwazên Emerîkayê pêk bîne..

Îro ji bo diyarkirina nexşerêya parvekirina Bakur û Rojhilatê Sûrî, şandeya Emerîka û dewleta Tirk civiyan

Emerîka êdî dixwaze bi rêya hevkarê xwe ê NATO’yî dewleta Tirk hebûna xwe li Sûrî bihêz bike..

Rêjîma Tirk eşkere kir ku di berdêla kuştina Kurdan û dagirkeriya Rojava ê Bakur-rojhilatû Sûrî ew amade ye hemû daxwazên Emerîkayê pêk bîne..

Îro ji bo diyarkirina nexşerêya parvekirina Bakur û Rojhilatê Sûrî, şandeya Emerîka û dewleta Tirk civiyan

FILM
Di bin navê nirxandina rewşa Sûrî piştî vekişîna hêzên Emerîkayê, şandeyeke vî welatî li Tirkiyê ye..

Şandeya Emerîkî ji Şêwermendê Ewlekariyê John Bolton, Serokê Fermandariya Giştî Josêf Dunford û Nûnerê taybet ê Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê Jame Jeffrey pêk tê…

Şandeya Tirk beşdarî hevdîtinê dibe jî ji şêwermendê MÎT’ê Hakan Fîdan, berdevkê Erdogan Îbrahîm Kalin û Wezîrê Parastinê Hukûsî Akar pêk tê..

Ev kes weke rêveberên tevgera qirkirina Kurd û dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî hatin erkdarkirin..

Dewleta Tirk demeke dirêj e dibêje, yekane hêvî û bendewariya wan ji bo hevdîtin, destûra ji bo êrişa li dijî Kurdên Rojava û dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî ye…

Li hemberî vê yekê hem ji Emerîka û hem jî ji hin welatên Ewrûpayê dengên dijber derketin..

John Bolton beriya serdana xwe ev hişyarî da Tirkiyê:

Heta em misoger nekin ku wê dewleta Tirk Kurdên Sûrî nekuie, em ê hêzên xwe venekişînin..

JI BILÎ KOMKUJÎ, TALAN Û WÊRANKIRINÊ TIŞTEKÎ DIN BI XWE RE NAYÎNE

Lewma serkêşê tevgera qirkirina gelê Kurd, Erdogan ji bo bi ser komkujiyên xwe de bigre, bi rojane îdîa dike ku yekane parêzvanê Kurdan dewleta Tirk û ew ê tenê ji bo şerê li dijî terorê biçin Sûrî..

Erdogan ku li Bakurê Kurdistanê fermana komkujiyên Roboskî û şewitandina bi dehan Kurdî li Cizîrê daye;

Erdogan ê ku rojane bi rêya balafirên xwe ên şer êirşî Başûrê Kurdistanê dike.

Û Erdogan ku fermana dagirkirina Efrînê û kuştina bi sedan zarok û jinê da, çawa dibe parêzvanê gelê Kurd..

Eger weke gelek demên derbasbûyî, Emerîka careke din destûra êrişê bide dewleta Tirk, ev yek eşkere wê ji bilî komkujî, koçberî, talan û wêrankirinê tiştekî din bixwe re neyîne..

Mînakê vê siyaseta hovane a li Efrînê, hê di hişê mirovan de zindî ne..

Leave a Reply

Back to top button