Rojnameger û çalakvanên Dihokê banga serbest berdana wî kirin

Rojnameger û çalakvanên bajarê Dihokê, ji bo serbest berdana Rojnameger Qehreman Şukrî, bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan kirin.

Rojnameger û çalakvanan da xuyakirin ku Qehreman Şukrî zêdeyî 2 hefte ye binçavkirî ye û asayîşa PDK’ê nahêle ku serdana wî jî bê kirin.

Rojnameger û çalakvanan diyar kirin ku girtina Qehreman neqanûnî ye, lewre divê dosyaya wî radestî dadgehê bê kirin ku li gorî qanûna karê rojnamegeriyê tev bigere.

Rojnameger Qehreman Şukrî ku ji xelkên Şêladizê ya Dihokê ye, zêdeyî 2 hefte ye ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin û heta niha ti agahî jê tune ye.

Back to top button