ERDOGAN: AMADEKARIYÊN ME TEMAM BÛN, EM Ê DEMEKE NÊZ BIKEVIN AXA SÛRÎ

Serkêşê hewldana qirkirina gelê Kurd, Erdogan îro careke din peyam da ku ew ê li benda destûra ti hêzê nemînin û bikevin axa Sûrî.

Erdogan di axaftina xwe de weke her carê mohra xwe li derwên mezin da û peyam da ku ew di kuştina Kurdan de bi biryar in.

Dema hevdîtina di navbera şandeya Tirk û Emerîkî de, serokê AKP’ê Erdogan li meclisa di civîna koma partiya xwe de axivî..

Weke her carê Erdogan beşeke mezin ji dijminahiya xwe a li hemberî gelê Kurd re veqetand..

Wer xuya bû ku agahiyên encama hevdîtina dewleta tirk a dagirker û şandeya Emerîka li gorî dilê Erdogan bû lewma bi kîn û hêrseke mezin êrişî gelê Kurd kir..

Lewma serkêşê hewldana qirkirina gelê Kurd û dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî Erdogan nerazîbûn li dijî serokê şandeya Emerîkî John Bolton da û wiha got:

Amadekariyên me ji bi tevgera leşkerî temam dibin. Di demeke nêz de em ê bikevin axa Sûrî.

Serok-komarê Tirk bi vî awayî ragihand ku ew ê ji bo dagirkirina axa Sûrî û kuştina Kurdan, destûrê ji ti hêzê negrin.

Di berdewamiya axaftina xwe de hêrsa Erdogan derket asteke wiha ku mohra xwe li derwên mezin bide..

Erdogan îdîa kir ku hejmareke ji endamên PKK’ê di nava Êlekzerên Fransayê de heye û xwest berpirsiyariya xwepêşandên li vî welatî bixe stûyê Kurdan..

Serok-komarê Tirk Erdogan ê li pêş çavê cîhanê xwedî li çeteyên DAIŞ’ê û El Qaîde derket, îdîa kir ku yekane welatê DAIŞ’ê têk biriye Tirkiyê ye.

Leave a Reply

Back to top button