Dewleta Tirk ava çemê Firatê kêm kiriye û debara jiyanê zehmet kiriye

Di havîna ku pileyên germê bilind dibe de, pêwistî bi av û kehrebê heye ku gel bikarin pêdiviyên xwe yên mirovî pêk bînin.
Lê dewleta Tirk avê wekî şereke sereke li dijî gelê herêmê bi kar tîne û avê qut dike.

Şêniyên herêmê li dijî van sucên dewleta tirk bi hêrsin û di xwazin Tirkiye dawî li van kirinên xwe binin.

Av jêdereke serekeye ji bo tevahî mirovatiyê.

Lê Tirkiye avê weke şerekê li hemberî Bakur û Rojhilatê Suriyê bi kar tîne.

Nexasim ku çavkaniya herdû Çemên Mezin Firat û Dicle ji nava axa wê ne..

Gelek rapor dibêjin ku pirsgirêka avê ya heyî ne kêmbûna wê lihemberî zêdebûna jimara welatiyan e, lê belê xwedî armancên aborî û siyasî ye..

Firat,yek ji mezintirîn çemê başûrê rojavayê Asya ye.

Tevî zêdebûna berf û baranê li Tirkiyê, lê Sûriyê xêra vê yekê nedît û ev yek bi zêdebûna bendavan ve tê girêdan.

”Rêjeya ava ji Elok tê Hesekê pir kêm bûye”

Ji nîvê Nîsanê de, Tirkiyê rêjeya ava Firatê ji bo Sûriyê kêm dike û heta bi roja îro gelek dever zuha bûne..

Rêjeya avê ya stasyona Elokê ya tê Hesekê gelekî kêm bûye.

Tenê 10 hezar metre dam ji 15 hezar metre dam av digihêje bajêr.

Dewleta Tirk a dagirker careke din zagonên navdewletî binpê dike û sûcên şer dike.

Vê carê jî li ber çavên her kesî ava vexwarinê, li ser zêdeyî milyonek û 200 hezar welatiyên kantona Hesekê qut dike.

Ev jî bandoreke mezin li jiyana xelkê kiriye.

Ji ber kêmbûna avê, şêniyan dest bi kolana bîran kiriye.

Di vê dema rewşa aborî ya zehmet ku ji ber qanûna qeyser bi ser herêmê de hatiye, kolana bîran û mesrefa wê ya zêde barê welatiyan hîn girantir kiriye.

Back to top button