Di çarçoveya ‘Pêngava Tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxûr-hevkaran’, Yekîneya Tolhildanê ya Hîzan Garzan a YPS-JIN ji bo bîranîna Mezlûm Tekdag ku 1’ê Cotmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, çalakiyek pêk anî.
YPS-JIN bi daxuyaniyekê encamên çalakiyê ragihand û ev agahî parve kir:
9’ê Tîrmehê li herêma Taşkisigi ya navçeya Adaparzar ya Sakaryayê li dijî wesayîta zirxî ya ku leşker tê de bûn çalakiyek pêk hat.
Di encamê de 4 leşker hatine kuştin, 3 jê giran bi giştî 12 leşker jî birînar bûn û wesayît bi temamî hat rûxandin.
YPS-JIN diyar kir ku ew ê li dijî dewleta Tirk her di nava çalakiyan de bin û got:
Em ê bi ruhê Cenga Heftanînê têkoşînê bilind bikin û darbeya dawî li faşîzma AKP’ê bidin.
Em bang li jinên berxwedêr û her kesî dikin ku cihê xwe di nava yekîneyên tolhildanê de bigirin.