Meclisa Jina ya HDP’ê, sibe wê çalakiyekê ji bo Gulîstan Dokû li dar bixin

Meclisa Jina ya HDP’ê, beriya vê bi mehekê “Li dijî destdirêjî, înfaz û qeyûman em hene, têkoşîna jinê li her derî ye” kampanyayek dabû destpêkirin.

Meclisa Jina wê fînala kampanyayê sibê li Dersimê ji bo Gulîstan Dokûyê li dar bixe.

Nûrşat Yeşîl, bibîr xist ku bi mehan e li aqûbeta Gulîstan Dokûyê dipirsin, lê tenê dibêjin ‘Întîhar’ kiriye, lê heta niha nehatiye dîtin.

Hevseroka HDP’ê ya Dêrsimê got:

Diviya ji roja destpêkê de li ser cinayet û revandinê Gulistan bihata sekinandin.

Gulîstan Dokû bû sembol, di vir de rola mezin a malbata wê û têkoşîna jinê ye. Lewra emê nehêlin li ser vê bûyerê were girtin.

Sedema çalakiya me li Dersimê jî, ew e ku em di şexsê Gulîstanê de li aqûbeta jinên hatine windakirin bipirsin.”

Hevseroka HDP’ê ya Dêrsimê Nûrşat Yeşîl bang li jinan kir ku sibe saet 13.00’an li Kuçeya Hunerê li dijî tundî, kedxwarî û xespkirina mafan li qadan bin.

Back to top button