ERDOGAN HEVDÎTIN QEBÛL NEKIR, BOLTON JI ENQERÊ VEQETIYA

Rêjîma Tirk ya eşekere kir ku ew di berdêla kuştina Kurdan û dagirkeriya Rojava ya Bakur-rojhilatû Sûrî de amade ye hemû daxwazên Emerîkayê pêk bîne.

Ji ber vê yekê jî îro li benda bersiveke erênî bû.

Lewma hêvî û bendewariya Erdogan ji hevdîtina şandeyên herdû welatan ew bû ku destûra dagirkirina axa Sûrî were dayîn.

Lê wer xuya ye ku di beşa pêşî ya hevdîtinê de, berjewendiyên herdû aliyan lihev nehatin.

Bi hinceta ku helwesta xwe li hemberî YPG’ê neguhertiye, Erdogan daxwaza hevdîtinê ya şêwermendê Emerîkî John Bolton red kir.

Di bin navê nirxandina rewşa Sûrî piştî vekişîna hêzên Emerîkayê, şandeyeke payebilind a vî welatî li Tirkiyê bû.

Şêwermendê Ewlekariyê John Bolton, Serokê Fermandariya Giştî Josêf Dunford û Nûnerê taybet ê Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê Jame Jeffrey cihê xwe di nava şandeyê de girtin.

Hevdîtina destpêkî ya şandê li gel şêwermendê MÎT’ê Hakan Fîdan, berdevkê Erdogan Îbrahîm Kalin û Wezîrê Parastinê Hukûsî Akar pêk hat û bêtirî 2 saetan dewam kir.

Yekane hêvî û bendewariya wan ji bo hevdîtin, destûra ji bo êrişa li dijî Kurdên Rojava û dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî bû.

Lewam eger nîşaneyek li gorî daxwaza dewleta Tirk ji vê hevdîtinê derbiketana, pîlan ew bû ku şandeya Emerîkî ji aliyê serok-komarê Tirk Erdogan ve were pêşwazîkirin.

Lê hem redkirina daxwaza hevîdtinê ji aliyê Erdogan û hem jî, derketina Bolton a zû ji Tirkiyê raxist ber çavan ku tişta dewleta Tirk hêvî dikir bidest nexistiye.

Nûçegihana Bolmberg a Qesra Sipî Janîfer Jakobs ragihand ku erdogan red kiriye ku li gel Bolton rûnê û îdîa kir ku sedam vê yekî israra Emerîka a di parastina hêzên Kurdî de ye.

Her çendî ev yek weke sedema têkçûyîna hevdîtinê were nîşan dan jî lê pisporên mijarê radighînin ku ji ber ku alî li ser şêwaza êrişa lihev nekirine, ji hevdîtina wan ti encam derneket.

Leave a Reply

Back to top button