PYD: Cinêv û Astanayê aloziya Sûriyê kûrtir dikin

Meclisa Giştî ya PYD’ê diyar kir ku siyasetên klasîk yên hikumetên herêmê û destwerdanên derve, bûn sedema kûrkirina aloziya Sûriyê û destnîşan kir ku civînên mîna Cinêv û Astanayê jî li şûna ku alozîya Sûrîyê çareser bikin berevajî kûrtir kirin.

PYD’ê anî ziman ku Tirkiyê jî di aloziyê de rolek wêranker lîst û piştrast kir ku divê tevahiya gelan li dijî xeteriya Tirkiyê bisekinin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê 7’ê Tîrmehê ji bo nirxandina rewş û pêşketinên li Sûriyê û herêmê civînek li dar xist.

Di civînê de aloziya sîyasî û aborî ya li Sûriyê û bi taybetî li herêmê û bandora wê, hat nîqaş kirin.

Îro PYD’ê bi daxuyaniyekê encamên civînê, eşkere kir.

PYD’ê diyar kir ku siyasetên klasîk yên hikumetên herêmê û hikûmeta Şamê her wiha destwerdanên derve, bûn sedema kûrkirina aloziya Sûrîyê. Her wiha PYD’ê destnîşan kir ku civînên Cinêv û Astanayê jî ji dêvla ku aloziyê çareser bikin, kûrtir kirin.

PYD’ê anî ziman ku dewleta Tirk jî li herêmê bi roleke wêranker rabû û gefan li ewlehî û aramiya herêm û navneteweyî dixwe û got,

“Tirkiye eşkere sûcên dermirovî ku li rêzesûcên wê zêde dibin, pêk tîne.
Mîna qutkirina avê li ser Sûriyê û bi wê re jî gefan li jiyana milyonan mirov dixwe.
Êrişên wê yên li dijî Sûriyê, Lîbya û Iraqê binpêkirina qanûnên navneteweyî ne û li ser gelên herêmê xeterîye.”

PYD’ê diyar kir ku sekna gelan ya li hember xeteriya Tirkiyê pêwîstîyeke û girîng e.

PYD’ê di daxuyanîyê de anî ziman ku di civînê de li gel qanûna Qeyser, rewaşa aborî ya li herêmê jî hat nirxandin.

PYD’ê da zanîn ku di vê mijarê de jî pêwîste bi Rêveberiya Xweser re alîkarî bê kirin da ku ev alozî bê derbas kirin.

Back to top button